ÇİYAYÊ REŞKÊ

zagroslar

Ji Pênûsa Gerîla

Sala 1994’an, di meha Adarê de sererastkirina yekîneya me çêbû. Me, gelek hevalên vê yekîneyê, nedixwest ji herêma Uludere derbikevin û biçin herêma Metîna. Ji ber ku sala 1993’an de gelek hevalên ku me nasdikir, li vê herêmê şehîd bibûn, lewma jî di hêla manewiyatê de ji bo me ev der gelek watedar bû. Me, li vê derê, gelek zor û zehmetî bi hevdu re parve kiribûn. Heskirin, bi ked û di rewşên zor û zehmet de tête afirandin. Heskirina me ya ji hev re û ji herêmê re jî, bi van merc û zirufên zehmet de vejiya bû. Ji hev û ji herêmê veqetandina me, weke neynokekî ku ji goşt bête veqetandin, bi êş û jan bû.

Lê, ev fermana partiyê bû. Her çiqas çavkaniya hestên me, li vê herêmê û hevalên ku me gelek caran bi hev re pira mirênê derbas kiribû de diherikî. Lê belê ji bo me, berjewendî û fermanên partiya me ji hemû tiştan zêdetir giring bû. Lewra em him bi moralekî geş û him jî bi moralekî nîvsar, hatin yekîneya herêma Metîna. Gelek hevalên ku bi me re hatibûn, tevlî konferansê bûn. Tevlîbûna konferansê ji bo me hêzekî mezin bû. Di rih û ramana me de moralekî bilind û hêzekî ku ji çavkaniyekî bêdawî bête xwedîkirin, diafirî. Dîsa berhema moralê me yek jê, ji bo derbasbûna herêmên hundir hêz wê ji vê herêma Metîna yê bihata amadekirin. Ji vê yekê, li Metîna şahî û coşiyekî bêhempa dihat jiyandin. Her çiqas rewşa herêmên hundir zor û zehmet be jî, ewqas rihê hevaltî, îradeya şoreşgerî, heskirin û fedakariyên gelek mezin, di rewşên bi vî awayî de derdiket holê.

Di sererastkirina yekîne yê de, em tevî yekîne ya, heval Êrîş bûn. Heval Êrîş bi nêzikatî û helwestên xwe yê li gorî pîvanên bîrdoziyê ve, xwe dabû heskirin. Yekîneya ku heval Êrîş fermandar bû, hem di aliyê jiyanê de hem jî di aliyê şer de mînak bû. Yekîne ji heval Êrîş moralekî mezin digirt. Pêşengtiya wî yê jiyanê de baweriyekî giring dabû heval û hogirên wî. Cî girtina me yê di vê yekîneyê de, ji bo me şansekî baş bû û di demekî kurt de em hînê wê herêmê û hevalan bûn. Di nav vê yekîneyê de fedakarî û hevaltiyekî ku tu gotin nikare wê bide diyarkirin û taswîrkirin hatibû afirandin. Hemû heval, di rih û raman de yek bûn. Wêneyê hevalekî, wêneyê hemû hevalan bû! Ev rastî, baweriyekî gelek mezin di navbera hemû hevalan de çêkiribû.

Êdî dema tevgerê hatibû. Heval hemû bi bîr û baweriya serkeftinê ve ketin nav tevgerê. Me xwe bi coş û peroşmendiyekî mezin ve, ji bo vê peywira nû, amade dikirin. Ew peywîr ji bo me pîroz bû. Herêma ku em ê biçûyanê, hîn di nav berf û sarma yê de bû. Gelek gir û dol hîn bi berf bûn. Ev, nîşana pratîkekî zor û zehmet bû. Lê belê, moral û vîna hevalan li hember vê rewşê hîn xurttir û bilindtir dibû. Me bi zanebûna berxwedanekî mezin ve, herêm kişf dikirin. Moralê me qet kêm nedibû. Neh-deh rojan em meşiyan. Meşekî gelek zor bû. Li hember bêpêdiviyan, serma û seqema hewayê şerekî dijwar dest pê kiribû. Lewra têkoşîna gerîla tenê bi dijmin re nîn e. Têkoşîna wan a herî mezin yek jî, têkoşîna bi xwezayê re ye. Ew jî, gelek caran di nav me de hin hevalên me yê ku ji parçekî rih û canê me bûn, girt! Di dilê me de şopên gelek bi êş û jan hişt. Lê belê, em li hember wê, ne bi kîn û rik in!. Ew bê me, em jî bêyî wê nabin. Di bêjin ku “heskirin, bê neheskirinê nabe!” !” Gerîla jî, xweza yê him gelek jê hesdike û yên ku herî zêde bi xwezayê re yekdibin dîsa gerîla ye, him jî yên ku li hember xwezayê şerê mezin didin jî gerîla ye. Em bi şerekî bi vî awayî ve ku di her gavekî de li ser rûpelên dîrokê şopên xwe dida diyarkirin, meşiyan. Di bin hewayekî sar û seqem de bi zeraqeyên sibehê re gihiştin gundekî. Hatina me ya gund ji bo me gelek girîng bû, ji ber ku, em nêzî gel bibûn. Belkî ev ji bo mirovekî normal ne tiştekî wisa cuda be. Lê belê ji bo gerîla, ev tişt gelek girîng e. Gerîla, berî her tiştî parçekî ji dilê gel e. Ew bi gelê xwe re, heye. Bingeha berxwedana şerên dijwar û rewşên gelek zor û zehmet ji vir tê. Ew bi hêzên, zarokên ku di nav birçîbûn, tazîbûn û bêmafê jiyanê dijîn berxwedan dikin. Ew bi hêzên, ku dayîk bi şev û roj ji çavan rondikan kêm nakin, xwîna xwe dirjînin. Hatina me ya gund ji bo vê yekê girîng bû û di nav me de gelek hestên cuda-cuda diafirand.

Li daristina ku hinek li derveyî gund bû, em bi cih bûn. Lê, li hember ewqas westandinê, vehesandin û xewkirin nedihat bîra kesekî. Zindîbûnekî bêhempa di nav me de aj dida. Heta sibehê em li wir man, piştî ku roj bişkivî me xwe berda gund. Bi moralekî gelek bilind û bi hestên wekî deryayê nêzîkê gel dibûn. Dilê me bibû weke deryayekî û gel hembêz dikir. Her yekî wan ji bo me ji hemû xezîneyê dinyayê bêhtir bi rûmet bûn. Bi coş û peroşmendiyên bi vî awayî belavî nava malan bûn. Destpêkê gel, bi şêweyekî eceb li me nihêrî. Bi şêweyekî ku bi çi awayî ev sarma û seqem hatibû qelişandin, li me dinêriyan. Piştî demekî behitîbûyîna wan hinek kêm bû, di her malî de giliyê gel, ku dijmin li ser wan zor û zordarî dida meşandin, dihat bihîstin. Ew di nav dîdariya ku hezar salane dereng mabû de bûn. Hêvî û daxwaziyên xwe yê hezar salan, di vê dîdariyê de dianîn ziman. Her gotin û giliyê wan, ji bo gerîla wekî xençerekî jehrî, li ser dilan dihat çikandin. Gerîla êş û jana gelê xwe ji dil de hîs dikir. Gotinên gel, ku digotin; “hûn eskerê me ne. Serê me bi we bilind e. Neçin. Li vir cem me bimînin. Em ê dî ji leşkeran natirsin” li ser me bandorekî mezin dikir. Gund bi gund em di wê herêmê de digeriyan û di her gundekî de malbatên hevalên me hebûn. Dema ku me xwe dida naskirin, ew ewqas keyfxweş dibûn ku êdî nizanibûn me bi çi awayî hilgirin. Ew jî aboriya xwe, bi rojane pêkdianîn. Ji xwe ji bo me pêwendiyên girîng, pêwistiyê me yê bi doxtor û dermanan pêkbihata bû. Ji ber ku em, gelek caran dibûn şahîdên, hevalên me yê ku birîndar ji ber bê doxtor û dermantî bi çi awayî şehîd diketin. Ev rewş ji bo me, êş û elema herî zor bû. Lewra di wê dema zor de hevalekî me yê ku hîn nû tevlî refên gerîla bibû, li Katoyê Marînosê pê lî mayînekî kir û ji lingê xwe birîndar bû. Lê belê, nepeydakirina me yê doxtor û derman, hişt ku ev hevalê me li ber çavên me şehîd bikeve. Dilê me, di bey qey li ser koza agirê bû, dikiziriya, dişewitiya. Lê belê, bêçaretî careke din derketibû pêşiya me. Ango em vê bêçaretiyê ji bo xwe nedikir asteng û kelem. Me ew ji bo xwe dikir sedema hêz û têkoşînekî hîn xurttir û bilindtir. Hevalekî me yê ku warê mîran û dîrokên veşartî li Botanê, Gabara bi nav û deng de mezin bibû, bi tevlîbûna xwe yê karwanê şehîdan ve êdî meşa xwe yê têkoşînê bi awayekî din didomand. Şehîd ji bo me, her tim pêngavên nû ne. Ew pêlên bilindbûna têkoşînê ne.

Erê, di aliyekî de bi dilşewatî di aliyekî de jî bi peroşmendiyê tevgereke nû ve, me meşa xwe berdewam kir. Her hevalekî me, li derdorê xwe bi baldarî dinêriyan. Naskirina arazî ji bo gerîla girîng bû. Ji ber vê yekê bi xwezayê re yekbûn û wekî parçeyekî xwezayê tevgerkirin pîvanekî jiyana me bû. Bi baldariya pîvanên bi vî awayî re, em ber bi Sevdinê ve diçûn. Naskirina herêmê tenê bi naskirina xwezayê re nebes bû. Divê te ku jiyan, çand, dab û nêrîtên wê civakên herêmê jî bihata naskirin. Her çûna me, ku em nêzî herêma ku em ê biçuyana  wir dibûn, ewqas jî pêwendiyên me yê amadekariyê zêde dibûn. Pilana çalakiya me, hîn bi awayekî zelaltir xwe diyar dikir. Di wê navberê de, ku pilana çalakiyê xwe me dikir, dijmin li milê Lewînê operasyon dest pê kiribû û çemberê wî gelek mezin bû. Hevalên me yên wir, di nav vê çemberê de bûn. Mecalên wan ê xwe xilaskirinê, gelek zor bû. Bi girtina vê agahiyê re, em ketin nav tevgera ku bala dijmin bi awayekî bikşînin ser xwe, bi vî awayî barêhevalên xwe sivik bikin û  hevalan ji nav çemberê xilas bikin. Me biryara “Êrîşê li ser qerekola dijmin bikin” girt. Her çiqas gelê herêmê em nasdikirin û ew ji me bawer bûn jî, me dîsa ewlekariya xwe baş digirt û gelek hişyar bûn. Bi berpirsiyartiya  şoreşgerî û tiştên ku me ji felsefa serokatî girtî ve, ji hevalên xwe yê ku rewşa wan nebaş bûn, me, xwe berpirsiyar didît û ji ber vê yekê jî tû hedana me nedihat. Yekîneya me tev de bêhedan bûn. Di her çavên hevalekî de, ew berpirsiyartî, ji hev heskirin, cesaret û bawerî dihat dîtin. Di nav bêdengiyê de, dengên ku guhên mirov diteqîne dihat jiyandin. Çavên me tim diçû ser heval Fîras. Bi nerînên xwe re, me ji heval Fîras re digot; “Me zû bighîjîne nêzî hevala û cihê ku em ê çalakî çêbikiran.” Heval Fîras pêşengê me yê rê bû. Bi zîrektî û çelengiya xwe ve bi nav û deng bû. Cihê ku ew keşif dikir, careke din ji keşifkirinê re pêwistî nedihat dîtin. Yekîneya me, ji heval Fîras gelek hesdikir. Di pêşengtiya heval Fîras de gelek çalakiyên bi serkeftî hatibû pêkînandin. Ev rastiyên heval Fîras, di nav hevalan de baweriyekî mezin afirandibû. Bi heval Fîras re rêwîtiya çalakiyê tiştekî cuda bû.

Em bi nêrînên xwe yê ku di nav bêdengiyê de dengên gelek bilind jiyan dikir dîsa ketin bin bandora hestên xwe yê bêhedaniyê. Wêneyê hevalên me yên ku di çemberê de şehîd diketin, gundên ku di nava dumana şewitandinê de winda dibûn, zarok, jin kal û pîrên ku pêxwas ketibûn riyan, li ber çavên me yek bi yek derbas dibûn. Ev wêne, di dilê me de cî digirt. Şopa wan, bi şopên wêneyên komkujî û tevkujiyên hezar salan ve yek dibûn û di rûpelên mejiyê me de xwe bi cih dikir. Dengê gelê me yê ku digotin; “tu car em ji welatê xwe venaqetin. Em dev ji axa bab û kalê xwe bernadin. Canê me û rihê me di van agiran de bête şewitandin û xwîna me bête zûhakirin jî dîsa naçin tu der” ji bîr û ramana me dernediket. Kîn û hêrsa me her diçû zêde dibû. Sonda me ya “heke mirinekî me hebe, wê ji bo vê gelî be” her tim dubare dibû. Hestên me dibûn lehî, tu asteng û kelem li hember xwe nedihişt. Di vê navberê de, amadekariya çalakiyê de agahiyekî gihişt destê me; yekîneya tevgerî, wê were cem me û bi hev re çalakî wê pek were. Vê agahî em gelek keyfxweş kirin. Ji bo hemû tiştan, di hêla aborî û pêwistiyên leşkerî de me amadekariyê xwe dikir. Bi hatina hevalên me yê tevgerî re çalakî wê bi awayekî hîn mezintir û xurttir bihata pêkanîn. Agirê dilê me hîn geştir bibû. Hemû heval ketibûn nav tevgerekî mezin. Moral, coş û peroşmendiya me, bi girtina tola gel û hevalên xwe re ku bi vê çalakiyê me yê pêkbianiyan, mezintir dibû. Amadekariya me temam bû û hevalên ku em benda wan bûn, hatin. Bi xêrhatina hevalan, me torenek çêkir. Piştî torenê, di aliyekî de ji bo hevala xwarin û cihê vehesandinê dihat amadekirin di aliyekî din de jî, bi moral û bîrkirinekî mezin me hev hembez dikir. Ev, dîmenekî bêhempa derdixist holê.

Nîqaşên wan ê li ser bîrdozî, rastiya serokatî û pîvanên diyalegtigê gelek biponijî  û kûr bû. Em jî ji wan re li ser erdnîgariya herêmê, dîsa li herêmê cih girtina dijmin bi çi awayiye, hêzên wan çiqas e, hêlê wan ê qels çi ne, çekên ku bi kar  dianîn çawa ne û hwd. agahî didan û li ser van guftugoh dikir. Her ku me hev nasdikir baweriya me ji hevdu re xurttir dibû. Jîrbûna wan hevalan li ser me gelek bandor kir. Tevlîbûna wan ê jiyanê, ciddiyeta wan ê jiyana eskerî û kûrbuna wan ê bîrdozî û siyasî li hember hev rûmet û qedrekî giring afirandibû.

Piştî şeş rojan, amadekariya çalakiyê temambûn. Êdî roja çalakiyê hatibû. Hemû hevalan bi rih û ramanekî bêhempa amadeyê pêkanîna çalakiyê bûn. Li gorî pilana ku çêkirî; destpêkî êrîşê pênc girên ku dijmin li wir cih girtibû, wê bibûya. Gruba êrîşê yekemîn û bi çi awayî wê êrîş çêbûya hate amadekirin û nirxandin. Dema êrîşê, di kêliyekî de çêbû. Heval kêliyê baş nirxandin û tu şehîd neda dayîn. Her pênc gir jî, bi serkeftî hat destxistin. Coş û şahî ya ku me dijiya bêtarîf bû. Di navbera bîst deqan de her pênc gir ê me bû û deng û hisa dijmin qut bibû. Niha dora pilanê duyemîn bû. Êrîş wê li ser qerekolê pêkbihata. Em bi vê serkeftinê re ji xwe gelek bi bawerbûn, tenê dengê serkeftina me, dihat me. Lê gotinek heye; “av xewdike lê dijmin xewnake.” Ev gotina kal û pîran careke din rastiya xwe dida xuyakirin. Dijmin dema vedigere û giran dihêle, fêmdike ku em ê niha êrîş bibin ser qerekolê û di cih de ew jî pilana xwe çêdikin. Li ser rê, hawan û sîlahên xwe yê giran bi cih dikin. Di kemînê de benda me disekinin. Me digot qey êdî dijmin nema dikare derbikeve pêşiya me. Ji ber vê yekê hêviyekî me ya ku kemîna dijmin heye qet tunebû. Dema ku em gihiştin ser vê riyê, nişkêve gulebaran û toz û dumana çekên giran ve em rû bi rû man. Di wê kêliyê de du hevalê me, ku yek ji wan heval Rifat bû, êrîş dibin ser dijmin û şehîd dikevin. Heval Rifat, hevalekî cansivik bû. Bi cansivikî û jîrbûna xwe yê di êrîşê de, dihat nasîn. Dîsa ew berî hemû hevalan hewil dabû xwe û ji êrîşa dijmin re bibû bersiv. Werekiya wî ya mezin, nehişt ku serkeftina me di bin siyê de bimîne. Erê, du şehîdê me çêbûn, du canê me dîsa şopê xwe di dilê me de hiştin û ber bi rojê ve meşiyan. Ji vê êrîşa dijmin em xilas bûn û serkeftina me bi şewqa rojê ve tarîtî qelişand. Lê, hedana me tê!? Lehîya dilê me disekine!? Na! Hîn bi xurttir lehiya dilê me pêl bi pêl diherikî û em ketin amadekariya çalakiyekî din.

Hedefa me ya vê carê milê Başkale bû. Hêzên dijmin li wî herêmê çiqas e, li ku derê û bi çi awayî bi cih bûne, hejmara mevzî û eskerên wan çendin, çekên bi çi awayî didin bikaranîn? Hemû hat nasîn û amadekariya çalakiyê hat pêkanîn. Ji hemû hevalan re agahî hat dayîn. Saet didu yê piştî êvarê agahî ji hêla hemû hevalan ve hatibû girtin.

Saet çaran, bi operasyona dijmin re, heval ketin pevçûnê. Lê me operasyonê derbas kir. Me nizanibû ku ev operasyona dijmin, operasyonekî berfireh e. Belê bêhayî ji dijminê koremar, me gavên xwe bi bezê diavêt. Me, dest ji plana çalakiya xwe bernedabû. Erê! Em kêliyê bi êrîşê difikiriyan. Beyî agahiya ji berfirehiya operasyona dijmin, saet heftê êvarê em herdu yekîne bi dilrehetiyekî ve bi hêzên xwe re ber bi Çiyayê Reşkê ve ketin nav tevgerê. Hemû heval bi coş û peroşmendiya serkeftinekî din re, di rê de wekî firîşteyan difiriyan.

Rê, bi awayekî hesas û baş keşif nedikir. Haya me ji tevgerê dijmin tunebû, lê dijmin bi hizrê şopa me, operasyona xwe berfireh pêkdianî. Hatina me dîtibûn. Lê bêdeng disekinîn û dengê xwe nedikirin. Ji bo ku hemû nêçîrên xwe di carekî de bi dest bixin. Di wan kêliyan de tarîtiya şevê û bêdengiya xwezayê gelek tiştên dîrokî di hembêza xwe de vedişart. Kêlî bi kêlî ew dema aloziyê nêzîk dibû. Xweza ji berî kêliya aloziyê ketibû nav jana zarokên xwe. Lê ew jî bêdeng bû. Çiya bi serbilindiya xwe rondikên xwe hîn jî dirijand. Ba, bi senfoniya xwe ve dixwest van zarokên rojê ji aloziye agahdar bike. Lê, ew jî di nepeniya  raza xwe de winda dibû. Çimkî ew jî bayê dîroka winda û gelê bênasname bû.

Erê, gav bi gav zarokên rojê, nêzê roja xwe ya dîrokî dibûn. Wê kêliya hebûn an jî tunebûnê bijiyan. Saet ber bi sibeha 3:30 an diçû, ew çembera ku xwediyê taybetmendiyê kêmînên xayîn ya hezar salan bû, niha hêdî hêdî nêçîrên ku li bendê mabû  dixist nav qefesa xwe. Yekîneyekî û nîvê yekîneya din, bêhay û gumana vê çember û kemînên xayîn ve ketin nav kêliyê aloziyê. Ji yekîneya me, nîvê hevala ketibûn nav vê çemberê, nivê din jî derveyê çemberê mabûn. Dijmin dest bi êrîşê kir. Em di wê kêliyê de him di nav behitîmayînekî mezin de bûn, him jî bi newindakirina qontrola şer ve di cî de bersiv dan. Her hevalek heta ku hêz û ramana wî têr dikir şerê xwe dida meşandin. Lê amadekariya dijmin ji ber ku gelek zêde bû û bi çekên gelek giran ve êrîşî ser me dikir û yê girîng jî, ji ber ku heval di kêliyekî neamade de hatibûn girtin, dijmin xwediyê gelek avantajan bû. Ew wisa dihesibandin ku gelek hevala bi dest bixin û wan teslîm bigrin. Li gorî hesabên wan gerîla nikaribû li hember ewqas çekên giran û li hember gelek hejmarên leşkerî bisekinin. Li gorî pîvanên wan bi destxistina van hevalan re viyana hemû gerîla û gelê welatparêz wê bête şikandin. Wê  moral û cesareta wan lewaz be û bi vî awayî bi hîn êrîşên din ve  him li ser gel û him jî li ser gerîla têkoşîn têkve bibin, qels bikin.

Li hember van heseban, gerîla bersivekî ne di bîr û baweriya wan de bû, da. Heta dilopa xwîna xwe a dawî berxwedan û têkoşîna xwe domandin. Her hevalek ban hevalê xwe ê din dikir û nedixwest şehadeta hevalên xwe bibînin. Berî hevalên xwe dixwestin  ew şehîd bikevin. Hemû bi yek hestî, bi yek raman, hêz û viyanî, di nav toz, duman û dengê hewanan de li ber xwe didan. Li hember bangawaziya dijmin ku digot “teslîm ol (teslî bibin)” hîn bi xurttir şer didomandin. Bersiva dijmin û li hember koletiyê bi serfirazî şehîdbûn rûmettir dihat dîtin. Dijmin li hember vê berxwedaniyê bi hovîtî diçû ser hevala. Ji wan jî gelek windabûn çêdibûn. Lê, tola her yekî ji zarokên rojê, bi kuştina hezaran leşkeran ve jî nayê hilgirtin. Her yekî wekî mehdiyekî jiyana nû bûn. Ji ber vê yekê, qehremantî û berxwedaniya ku dikirin encax mehdiyê rojê û jiyana nû bikaribûn bikin. Ji sisê û nîvê sibehê heta êvarê şer berdewam kir. Her diçûna saetêkî de dijmin hîn bi harî û hovîtiya xwe ve ji devê xwe xwîn dirijand. Çil û neh ronî, şewqa xwe didan tarîtiya êvarê. Taritî ji beriqandina vê şewqê çavên xwe digirt. Çil û neh can bi vîyanekî bêhempa heta fişekên xwe yê dawî şerê xwe dan meşandin. Lê, wehşeta dijminê ku ji cewherê mirovahî dûrketî xilas nebû. Bi ceset û perçeyên canê bêgiyan leyistin. Êdî rih wan gihiştibûn rojê, di dilê gel û hevalên xwe de bibûn şopa azadî û xilasiyê. Bibûn sulava jiyana nû.

Axîna xwezayê digihişt asîmanan. Dîsa  bi xwîna zarokên rojê ve hatibû şuştin. Bi perçeyên canê wan ku hur hurî bibûn, ji nûh de xwe diafirand. Ba, bi bêhnên canên şiwitandî ve bi aramî ber bi zindîweran ve dikete rê. Çiyayê Reşkê di nav wan çiyayên ku hêvî ji rojê digirtin, serê xwe hildabû jor.

Bûyera çil û neh hevala li Çiyayê Reşkê, bûyerekî ku ne pênûs dikarin binivsîn û ne rûpel dikarin têrê bikin. Bûyerekî ku nepeniya dîroka gel û şaristaniyekî dixe nav xwe de ye. Pakrewanên Çiyayê Reşkê bersiva têkoşeneke nû û mizginiya serkeftina jiyana nû bûn. Ceserat, viyan, serkeftin, rizgarî, heskirin û giredaniya azadî û parastina mafê gel, di vê berxwedana bêhempa de bi awayekî zelal  dixuye.