GELO MIROV DEMA DIBE AGIR ÇAWA YE?

Jiyan Şer

Ji bo Bîranîna Rêheval Kurdê û Rotînda……

Ez Çawa Bilêv bikim Hesreta Azadiyê

Ez Wêneyeke Çawa Xêz Bikim

Ku Tê De Rengê Azadiyê Hebe

Ez Çawa Helbesta Agirê Azadiyê Binîvisînim

Ku Girêdana Dayîka Pîroz Nîşan Bide…

Ez çawa binexşînim di dilê xwe de

Kurdê û Rotînda…*

Gelo tu kes dikare rewşa agir vegotin bike, gelo tu kes dikare wêneyê agir bi heman rengê xêz bike, gelo tu kes dikare wateya agirê azadiyê bilêv bike. Gelo mirov dema dibe agir çawa ye? An jî agir û mirov çawa ewqas dibe yek û dibe sembola azadiyê.

Gelo kes dikare hestê bedenên agir bike pênûs. Min pir cara xwest vê vegotin bikim an jî bi pênûsa xwe binîvisînim. Lewre min nekarî vê bedewiyê binîvisînim. Ji bo wê tu kes nikare reng û wêneyê agir xêz bike.

Pir rêhevalên me vê rastiyê bi awayeke zindî jiyan kirin. Bi vê ve agir bû mirov, bû gel, bû dîrok û bû hestên bedew ên jin. Pir rêhevalên me hebû, yek bi yek rengê agir pêşberî me kirin. Ji me re gotin “werin agir mirov e, agir sembola giyana me ye, werin agir hemêz bikin” lewre tu kes nedikarî rastiya agir, xeyal bike an jî wê hemêz bike. Çûnkî her mirov nikare bi agir ve bibe yek. Nikare wê hemêz bike, weke dayîk weke heval. Lewre mirovên dilşad vê pêkanîn û ji hemû cîhanê re da nîşandan.

Dema ez vê dinîvîsînim, rêheval Kurdê û Rotînda tê hizrandina min û wêneyê wan tê berçavê min. Ez bi vê ve dihizirim, dikevim nava xeyalên bê dawî, diçim û diçûm, pir rê û dem derbas dikim. Rêheval Kurdê tê bîra min, ez dikevim nava hestên kûr, dilê min ew dem di nava pêşçûnên pir mezin de ye, ez hestyar dibim û rondikên çavê min diherike. Bi rastî jî ez pir bêriya rêheval Kurdê û Rotînda dikim û ev hestên bêrîkirin û hesretê wê herdem di dilê min de bijî. Çûnkî ew perçeyeke jiyana min in..

Gelo gengaz e ku mirov van hevalên bedew jibîr bike. Ez nikarim tu car hevalên bedew û mezin jibîr bikim. Ger min jibîr kir, ezê wê demê bizanibim ku, min ji hevaltiya xwe re îxanet kiriye. Ji bo wê ez nikarim tu car heval Kurdê û Rotînda jibîr bikim. Çimkî li gor rêgeza me, “Jibîrkirin îxanet e”.

Pir taybetmendiyê heval Kurdê yê bedew hebû. Min heta niha jî jineke weke wê bi hêrs û bi hêz nedît. Bi rastî jî di hevaltî û jiyanê de mirov dikare weke mînak bilêvbike. Rêheval Kurdê û Rotînda, di zindanê de min nasî. Dema ez diçûm hevdîtinê, hevaltiya wan hevalan li ser min bandoreke mezin çêdikir. Heval Kurdê ew qas bi hêrs û bi îdîa bû ku, ev ji hewl û nêzîkatiya wê re şewqa xwe nîşan dida. Tişta ku herî bêtir bala min dikişand, nêzîkatiya wê ya dilnizm, girêdayî, têgîhiştina mirov bû. Ew ji zarokan re dibû zarok, ji ixtiyaran re dibû ixtiyar, bi dayîkan re dibû dayîk, bi ciwanan re dibû ciwan. Yanê ji her nifşê mirovan re dikari bû hevaltî bike. Ev taybetmendî di her însanê de nîn e. Her mirov nikare vê yekê pêk bîne. Lewre heval Kurdê vê pêkdianî û bi her mirov re dibû heval û hestên wan hevpar dikir.

Min heval Kurdê dema ez hê emrê zarokatiyê de nasî. Ew rêhevalê min ê zarokatiyê bû. Di wê temenê de jî ew qas hevaltiya me kûr û bedew bû ku ez niha jî her dem lêdigerim. Ji bo wê ez nikarim tu car jibîr bikim. Gotinên wê, axaftinên wê, ken û helwestên wê her dem di bîra min de ye. Dema ez di şevê tarî de li stêrkan dinêrim, dema ez di rêkê de dimeşim, dema ez hevaltiyeke bedew diafirînim û dema ez di lûtkeyê çiyayên bilind de li xwezaya bedew dimeyzînim, li her derê heval Kurdê û Rotînda tê hizrandinê min. Dilsozî û girêdana wan hevalan ew qas bedew û mezin bû ku, dema ez niha dixwazim binivîsînim, ez dizanim ku li hember çalakiya wan ez pir kêm dimînim û nikarim bersiva wan hevalan bidim. Ev hest di dilê min de êşeke mezin vedike. Û ez dihizirim gelo ez hê bêtir çawa dikarim, hest û ramanê wan bicîhbînim? Gelo ez hê çawa dikarim dilsozî û hevaltiya wan jiyanî bikim? Lewre ez dizanim ku bi têkoşînê ve ez dikarim bersiv bidim. Bi biryar bi azwerî û bi dilsoziyeke mezin ve ancax ez dikarim xeyalên wan pêkbînim û ji hevaltiya wan re bibim bersiv. Dema min roja dawî heval Rotînda dît tê bîra min. Gotinên wê, axaftinên wê hê jî bîra min de ye û ez tûcar nikarim jibîrbikim.

Min xwest li hember van hevalan pir kêm be jî, bi nivîs ve erkên xwe pêkbînim. Ez heta dawî li hember şahadeta wan hevalan, biryarbûn û soza xwe nû dikim. û ez dibêjim ez tu car herdu hevalên bedew û leheng tu car jibîr nakim.

Ez di vê bingehê de hemû şehîdên ku xwe bi agir afirandin bibîrtînim. Hem şehîdên cotmehê hem jî şehîdên ku bi şîara, “tu kes nikare roja me tarî bike” ve xwe kirin agir û bersiva êrîşan dan, li hember bîranîn û girêdana wan a rojê re, serê xwe ditewînim.

*Şehîd Rotînda û Kurdê di sala 1998’an de di pêvajoya Romayê de ji bona Rêber Apo çalakiya fedayî ya xweşewitandinê lidarxistin.