DERBASBÛNA CÎHANA MÎTOLOJÎK

derbasbuna-cihana-mitolojik

Di serî de çanda xwedawenda dayîk hatiye hilweşandin. Zîhniyeta koletî hatiye avakirin. Avaniya dewletê ya ku xwe dispêre koledariya zayendî ya çîn û şaristaniyê rewa kirin. Eqlê çînî bi pêş ket. Ji ber vê sedemê jî dikare ji Mîtolojiyê re derketina herî mezin a zekaya analîtîk bê gotin.

EDESSA

Mîtolojî zanista efsaneyê ye. Mîtos bi Yewnanî di wateya efsaneyê de ye. Gotina ku tê bihîstin û tê gotin e. Bi gotineke din çîrok an jî destanên li ser xweda, nîv xweda yan jî qehremanan in. Mîtolojî bi hezar salan bûye rêbazekî fikirandina mirovahiyê. Hê îro jî di zîhniyeta me de ye. Fikra serdema zarokatiya mirovahiyê ye. Zimanê wê wêjeyî ye. Di mîtolojiyan de ji mirovan zêdetir xweda hene. Mirov û xweza, mirov û têkiliyên mirov, bûyerên xwezayê bi cîhana xwedayan tê vegotin. Ev diyarde, wek fikr û berhemên çalakiyên xwedayan tên nîşandan û bi hinek mîtosan tên vekirin. Her tiştê ku mirov diafirîne weke afirandina xweda nîşan didin. Di mîtolojiyan de her tişt bi xwedayan tên destpêkirin. Feraseteke ku xwediyê her tiştî xwedê ye heye. Yanê her bûyer bi xwestekên hêzên xwedayan ve tên girêdan. Serdemeke pirxwedayî ye. Li gor rêza girîngiya wan xweda tên rêzkirin.

Divê mirov ji bîr neke ku wekî hemû bîrdoziyan mîtos jî berhemên rastiya civaka ku jê tên in. Divê mirov mîtolojiyê weke gotinekê neavêje aliyekî. Bi hezar salan mirovahî bi vê fikrê hatiye roja îro. Ger ku ev neyê lêkolînkirin mirov nikare civakê dahûrîne. Her çendî hozan, nivîskar, hunermend hene mîtos ew qas şêwe girtiye. Bi vî awayî ji ber ku pişta xwe dide çîrokî rastiya wan jî negengaz e. Ne weke zagonekê, ne jî weke hukmekî ye. Rewşa hişkbûna Mîtolojî ol e, fikra mîtolojiya îroyîn jî di zîhniyeta me de heye. Di çavkaniya ol, felsefe, zanist, wêje, huner, hiqûq û her weke wan  de motolojî hene.

“Di piştperdeya mîtolojiyê de feraseteke gerdûnî heye. Xweza bi ruh, bi zindiyan tije bê nirxandin ji bo roja me her çiqas wek zaroktî bê dîtin  jî, dema mirov asta ku zanist gihîştiyê bigire ber çav birastî qet jî rêbazeke bi qasî ku tê zêdekirin ne şaş e. Feresetên mirî, bêruh û ji dînamîzmê bêpar ji mîtolojiyê zêdetir ji wateyê bêpar in. Nezikatiya mîtolojîk bi misoger bi jiyanê ve girêdayi hawirdorparêz, ji qederê ne dûr e, ne determinîst e û ji azadiyê re vekirî ye. Feraseteke jiyanê ya bi xwezayîbûnê re ahengdar civakên mirovan heta serdema olên mezin gelek bireng û bicoş kiriye. Efsane, destan û bi tiştên pîroz ve girêdayî ev mîtolojiyên hene bi taybet di Serdema Neolîtîkê de zîhniyeta jiyanê ne.”

Mîtolojiya Sumeran

Sumer piştî derbazbûna pevajoya neolîtîk û şûnve bi bajarên dewlet, li ser bingeha tiştên ku jinê afirandine bilind bûn. Ji ber wê jî wateya Sumeran ‘welatê jinê’ ye. Ji ber ku li ser çanda Neolîtîkê bilind dibe, bi sedsalan dibe warê şerê bi xwîn ê di navbera pergala baviksalari û dayîksalariyê. Cihê wan ê îro Îraq, yanê Mezopotamya ye. Li devê çemê Firat û Dîcleyê ye dest bi avakirina bajarên qralan Ûr, Kaş, Kîş, Lagaş, Erîdû, Sîppar, Şûrûppak, Nîppûr û Ereç tê kirin. Çavkaniya xwezayî ya tekane herî (çamûr) û qamîş bûn. Pêwîst e ku dar û ber ji bakur bihatina anîn. Piştre serdema madenan dest pê dike. Di dîrokê de cara yekem e ku çêkirina tuxleyan derdikeve. Di dîroka cîhanê de yekem car ji tuxleyan perestgeh tên çêkirin. Yekem nivîsandina bizmarî dibînin. Ji ber hesabkirina genim û zed yekem car jimaryarî bi pêş dikeve. Cara yekemîn çandinî bi pêş dikeve, dewlet  ava dibe û bi xwe re beşekî rêvebir diafirîne. Weke vana gelek tiştên din ku hatine afirandin berhemên Sumeran e.

Rahîbên Sumeran fikra mîtolojiyê di zîgûratan de dafirînin. Ji Sumeran û şûnde mîtolojiyen ku derketin hemû ji ber wan hatine girtin. Di çavkaniya Mîtolojiya Sumeran de çanda xwedawenda dayîka neolîtîk heye. Rahîb nirxên neolîtîkê ji bo berjewendiyên çîna xwe gelek bi şarezayî didin bikaranîn. Bi hezar salan hundirê nirxên neolîtîk vala dikin, li gor çêkera çîna dewletê ji nû ve şekil didinê. Ji vê sedemê ji Mîtolojiya Sumeran a ku hatî afirandin li hember nirxên komunal ê dayîka xwedawend temsîlkariya xwedayên zilam didin avakirin. Di cewherê çîrokên mîtosan de hilweşandina xwedawenda dayîk û li şûna wê afirandina xwedawendê zilam bingeh tê girtin. Rahîbên Sumeran dema xwedayên nû diafirandin bi heybeteke balkêş û ecêb didan çêkirin. Çewa xweda gerdûn û cîhanê afirandine rahîb jî bi şêweyekî ew qas mantiqî tînin ziman ku mirov li ber matmayî dimînin. Li gor fikra Sumeran; mirov di cîhanê de ji bo ku xwesteka xwedayan pêk bînin hene. Di serî de hemû tişt ji aliyê xwedayan ve hatine pêşdîtin û bi destê wan hatine avakirin. Mîtolojiya Sumeran bîrdoziya çîna koletiyê ye. Cudatiya xweda û evd gotineke Mîtolojîk e. Di cewherê xwe de bilindkirina çîna serdest a efendiyane ye. Armanca rahîban rûniştandina pîroziya hebûna mîtolojîk a vê çînê û bêdawîkirina wê ye. Şêweya fikra Mîtolojîk a Sumeran di bingeha xwe de xwe naspêre zanînê zêdetir xwe disperse baweriyê. Ger ku aliyê wê yê bawerî nebûya pergala koletiyê evçend fermî nedibû. Rahîbên Sumeran li esmanan temaşe dikirin û tevgerên sterkên ku her roj xwe dubare dikin û nayên guhertin li ser rûyê erdê didan pêkanîn, pejirandin. Ev ji nîzameke ku nayê guhertin e. Baweriya ezel û ebed çavkaniya xwe ji vê pergala esmanan digirin.

Çi bîrdozî weke Mîtolojiya Sumeran li ser mirovan bandor bike ew qas bi şans nebûye. Mîtolojiya Sumeran çawa çebû, vegeriya awayekî teolojiyê, bi vê ve girêdayî wisa bîrdoziya dewletê saz kirin. Piştre nerînên olî û felsefi kirine çavkaniya hemû tiştî. Bi vê ve girêdayî aliyê edebî û hunerî bi şêweyekî sade, bi şêweyekî sereta pêşkeş kirine, li hember van kirinan ne gengaz e ku mirov şaş nebe. Girîngiya dîroka Sumeran çiqas zanistane ye her roja ku diçe derdikeve holê. Çavkanî pir girîng e. Heta ku ev çavkanî neyên dahûrandin hemû dîrok wê kêm bimîne û neçarî nivîsandina şaş bibe. Ji bo wê jî dîroka Sumer pir girîng e. Lê mixabin girîngiya wê nû tê fêmkirin û bi awayekî balkêş derdikeve holê.

Di Mîtolojiyê de Afirandina Xwedê

Di Mîtolojiya Sumeran de xweda tên afirandin. Di navbera çanda xwedawentî û çanda xwedayan de şerek heye. Di salên BZ. 3000 de Sumer xwediyê bi sedan xwedan in. Ji vana çar jê yên herî girîng in; xwedayê ezmanan An, xwedayê hewayê Enlîl, xwedayê avê Enkî û xwedawenda dayîk a mezin Nînhûrsag. Bi giştî ev her çar di lîsteya xwedayan de di serî de cihên xwe digirin. Weke grûbek ku çalakiyên girîng bi hev re dikirin dihatin naskirin. Di şevên xwedayan û civînan de li cihên herî jor dirûniştin. Ji erd, esman, hewa, derya, ba, firtûne, heyv, stêrk, roj, çem, çiya, deşt, bajêr, dewlet, qenal, zevî, tevir, qalibê pirêketan, gêsin û weke vena ji her amûrek ji van xwedayan yek berpirsiyar bû. Xwedayên Sumeran kesên ku nayên dîtin, şeklên di ser mirovan de û hebûnên nemir bûn. Yên ku ezman, hewa, erd, dane afirandin ev xweda û xwedawend afirîner bûn. Rêbazên afirandinê yên ku Sumeran dabûn van xwedayan di hemû Rojhilata Navîn de dibin qalibên baweriyê yên bingehîn. Armanc û karê nivîskar û helbestvanan ew bû ku pesnên serkeftinên van xweda bidin û wan bilind bikin. Di destpêkê de xwedawend zêde bûn. Balkêş e ku her ku çû xwedayên zilam zêde bûn. Xweda di şêweya mirovan de bûn, ev jî bingeha xwe ji xwedavendên neolîtîkê yên di şêweya mirovan de bûn û ji mirovan re dost bûn digirt. Tevkariyên rahîbên Sumeran ji têgeha xweda re; mirov kirin evdên xwedê, xweda bilind kirin ser esmanan û di ser civakê re dîtin û hêzên bingehîn ên xwezayê kirin aydî xwedayan. Mirov xurt bûn û civakîbûna wan ji xwedayan re weke evd bû. Ji bo xwe bigihînîn têgeha xwedayan veguhertineke zîhnî ya bingehîn pêwîst bû. Ji ber ku xweda weke mirov e dixwe, vedixwe, dizewice, weke mirovan li xwe dike, hes dike û diqehire. Yan lawaz in yan bihêz in. Her çendî weke mirovan bên zanîn jî ji ber ku xwe di ser mirovan re dibînin carnan tiştên ku mirov nekarin bikin dikin.
Di Mîtolojiya Sumeran de xweda diafirînin, hikum dikin, ceza dibirin, ji civakê qut in û ji derve tên. Di mîtosan de tê vegotin ku xweda gerdûn afirandin, piştre çawa nîzama ser erdê çêkirin tînin ziman. Di Mîtolojiyan de xweda destpêkê bajaran didin çêkirin piştre tije mirov dikin. Ji bo ku van mirovan bi rê ve bibin ji wan re qralan rê kirine. Di lîsteya qralên Sumeran a ku di erdkolanan de hatiye dîtin de hatina qralan a ji esmanan wan rewa kiriye. Di Mîtolojiya Sumeran de gelek mîtos hene. Em dikarin ên herî bingehîn di bin sê sergotaran de kom bikin;

1-    Dûmûzî-mîtosa Înanna.

2-    Mîtosa afirandina Sumer.

3-    Mîtosa tûfana Sumer.

Xwedayên herî girîng;  An, Enlîl, Enkî û Nînhûrsag e.

An; xwedayê ezman e, bi Akadî Ano tê gotin. Sumerî bi hezar salan bawerî bi wî anîne. Bi demê re ji mezinahiya xwe gelek tişt winda dike. Di vê demê de gelek hêzên wî derbazî xweda Enlîl dibe. Perestgeha bingehîn a An dewleta bajêr ya Ûrûkê ye.

Enlîl; xwedayê hewayê ye. Di heman demê de yekemîn ê ku şêwe daye gêsin û tevir e. Ji ber vê sedemê jî weke xwedayê tevir jî tê nasîn. BZ. di navbera salên 3000 û 2500’î de xwedayê herî bi hêz tê zanîn. Di  Sumeran An serkêşe Panteonê ye, lê BZ. di 2500’î de Enlîl wek serkêşê Panteonê tê naskirin. Yanê xwedayê parastina Nîppûrê ye. Di nasnamaya Enlîl de nasnameya rahîb di pîlana pêş de ye. Cîhana giyayî, lawir, amûrên çandiniyê, yên şaristaniyê her çendî bi fermana Enlîl in ji aliyê xwedayên din ên biçûk ve hatibin afirandibin jî dîsa yê bingehîn afirandiye Enlîl e.

Enkî;

Xwedayê Erîdû yê destpêkê ye. Li Erîdûyê destpêkê bi nave Ea xwedayekî herêmî hebû. Piştre Sumerî jê re dibêjin Enkî. Her ku dice vî xwedayî derdixin pêşberî xwedayê herî xurt ê Nippûrê ye. Weke xwedayê avê jî tê naskirin. Av li ba Sumeran weke axê pir girîng e. Her ku diçe bandor û afirankariya wî zêde dibe. Ji ber vê yekê jî çîneke polîtîk û rêvebir temsîl dike. Qurnaz, hevkar xwedayekî ferzan e. Di wateya qurnaziyê de di navbera rûvî û Enkî de şibandinek heye. Enkî mamostetiya aqlê xwedayan dike. Eger wêribûye rê nîşanî Enlîl bide ev dide diyarkirin ku çîna polîtîk çiqas li ser çîna rahîban gihîştiye statuyeke çawa.

Ninhûrsag;

Nînhûrsag wek xwedawenda herêma çiyayî tê naskirin. Beriya vê li Mezopotamyaya jorîn Star e. Piştî wê weke Înanna tê naskirin. Hêza xwedawendiya dayîk temsîl dike. Ninhûrsag dayîka hemû zindiyan e. Weke dayîka xwedawend tê pejirandin. Xwedayê herî xurt Enkî jî dibîne ku hêza Înanna çiqas xurt e. Ji ber vê yekê ye ku şerê bi ku bi wê re kiriye bi lihevhatinê bi encam dibe. Înanna berhemên şaristaniyê; ME’yên xwe, bi serkeftineke mezin ji Enkî şûn de distîne. Ew berhemên şaristaniyê ME wek kevalên (tablet) çarenûsê di mîtosan de derbas dibin. Di kevalan de tê behskirin ku ME’yên Înanna bi awayekî dizîn, bi zorê ji dest derxistine. Xwedayên ku ev ME bikevin destên wî weke ku sazûman û desthilatdariya gerdûnê di destê wî de be tê pejirandin. Xwedawend Nînmah a ku di Mîtolojiya Sumeran de derbaz dibe (qralîçeya mezin) navên Nînlîl, Nammû, Nîntû jî navên din ên Înanna ne. Wateya Nînmahê xatûna mezin, bilind e. Nintû jî di wateya xatûna ku dizê de ye.

Mîtolojiya Afirandina Sumer

Nammû dayîka xwedawend a ku erd û esman çêkiriye ye. Nammû navê xwe ji ava gerdûnê afirandiye digire. Ezman; AN e(xweda), erd;KÎ (xwedawend), ji hatina van herduyan ya gel hevdu Enlîl (xwedayê hewa) derdikeve holê. Enlîl erd û esman ji hevdu cuda dike. Piştî ku esman ji aliyê xwedayê roj û esman Ûttû û xwedawenda hîvê Nanna ve hat ronîkirin piştre îcar stêrk tên afirandin. Piştî bajêr û perestgehan diafirîne û şûnde mirovan diafirîne.

Afirandina Mîtosa Mirov

Bi pêşniyara xweda Ea (Enkî) ev erk ji bo Enlîl tê dayîn. Di mîtolojiyeke Sumeran de tê qalkirin ku mirov ji pîsiya xwedayan tên afirandin. Mîtoseke din a afirandina mirovan dibêje ku mirov ji heriyê hatine çêkirin. Mirovê ku hatiye afirandin di warê aqil û bedenê de lewaz e. Mirov ji bo xizmeta xwedayan bikin hatine afirandin. Ev  bi şêweyekî zelal danîne holê. Li gor ku di mîtosê de jî  tê behskirin dema ku xweda ji xebatê diwestin ji bo ku ji wan re cil û xarinê peyda bikin mirov çêkirine. Ji aliyê Enlîl ve hîn berê wek du xwedayên biçûk, xwedayê ga Laher û xwedawenda genim Aşnan, ji bo ku ji xwedayan re xwarinê çêbikin û lixwekirin bibînin, bi vê armancê tên afirandin. Lê belê dema ku ev herdu xweda serxweş dibin û bi hev dikevin erkên xwe yên bingehîn ji bîr dikin. Xweda bê xwarin û cil dimînin. Ji bo ji vê rewşê re çareseriyê peyda bikin mirov afirandine.

Mîtosa Enkîmdû (xwedayê cotkar) Dûmûzî (xwedayê şivan)

Ev her du xweda yan weke cîgirê Înanna an jî ji bo ku pê re bizewicin, di nav pêşbirkekê de ne. Ev jî dide diyarkirin ku Înanna hê çiqas bihêz e.

Mîtosa Dûmûzî-Înanna

Ketina bin erdê a Înanna tîne ziman. Di vê mîtosê de Dûmûzî zivistanê dikeve bin erdê, biharê jî derdikeve ser erdê. Dûmûzî dema derdikeve ser erdê, ax bi bereket dibe, bi coşa cejnê tê pîrozkirin, dema ku Dûmûzî rêdikin bin erdê diyarê mirinê şibandineke weke Mesîh e.

Mîtolojiya Tofanê ya Sumeran

Mîtosa ku mirovahî bi ku tofanekê tune dibin, mîtoseke berfireh tê vegotin e. Tofana Nûh a di Tewratê de çavkaniya xwe ji Sumeran girtiye. Xweda hemû kom bûne ku hemû mirovahiyê tune bikin, li ser vê bingehê biryar girtine. Ziûsûdra di Sumeran de qehremanê tofanê ye.

Mîtosa Afirandina Jinê

Di mîtoseke Sumer de dibêje ku jin ji parsûya zilam hatiye çêkirin. Dibêje ku Hewa ji parsûya Adem çêbûye, ew jî çavkaniya xwe ji Sumeran digire. Hewa bi Îbranîkî di wateya “xatûna dide jiyankirin” de ye. Parsû yek ji wesleyekên (endamekî) nexweş ên Enkî ye.

Buhişt û Dojeh

Têgehên bihuşt û dojehê di Mîtolojiya Sumeran de hatiye avakirin. Têgeha qewitandina ji dojehê  jî ya wê demê ye. Têgeha bihuşt û dojehê, cudabûna xweda û mirov, ango cudabûna çînê dide diyarkirin. Qewitandina mirov ji bihuştê, tê wateya ku mirov heta dawiyê di bin desthilatiya xwedê de bimîne û mirov ji zayînê ve gunehkar e, biqirêj e. Dîlmûn di Sumeran de modela bihuştê ya yekem e.

Mîtolojiya Babîl

Babîl weke ‘mala xwedayan’, yan jî ‘dergehê xwedayan’ jî tê naskirin. Sumer weke welatê xwedawendan e. Lê belê bicihbûna pergala baviksalariyê di Babîl de bal dikişîne. Pergal bi sazî bûye, çêkera jêr û jor çêkiriye. Babîlî ji neslê Samiyan tên. Hatine Sumer dagir kirine û dewleta Babîlê ava kirine.  Navên xweda û xwedawendên Sumer guhertin û ji xwe re girtin. Nivîsîn û zimanê xwe bi pêş xistin, di bazirganiyê de dan şuxilandin û zimanê wan xwemalî kirin. Zilamê ku li pêşber jinê ketibû, ji bo ku vê ketina xwe derbaz bike di lêgerîneke afirandin û pêşxistina cîhaneke madî di Babîl de heta bibêjî balkêş e. Bi Babîlan re serdema koletî û împaratoriyên koledear dest pê kir. Qral Hamûrabî (BZ. 1792-1750) bi zagonên xwe navdar e. Cara yekemîn zagonên nivîskî bi Hamûrabî bi berfirehî dest pê kir. Ji bo ku Babîlê li hember êrişên derve biparêze dîwarên bilind çêkirin. Yanê bajêr xistin nav sûran.  Babîliyan perestgehên ku hene xirab nekirin, yên nû ava kirin. 52 perestgeh hebûn û di vir de perestgehên Îştarê jî hebûn. Bandora jiyana dayîksalariyê di gelek herêman de jiyan dikir. Pir girîngiyê didan bazirganiyê û li ser ava Firatê bazirganiyeke mezin pêş xistin. Li ser ava Firatê pireyeke bazirganiyê ya girîng ku ji 8 sûtûnan pêk dihat çêkirin. Di wê demê de çêkirina pirekê wisan balkêş e ku afirandina ji berhemên dayîksalariyê fêr bûn û li hemberi jinê dan bikaranîn. Ev jî rastiya deshilatiyê dide nîşankirin.

Serokê rahîban di heman demê de qral û rêveberê welat e. Siyasetê jî olê jî û aboriyê jî ew bi rê ve dibe. Dema  Hamûrabî pêvajoya bilindbûna Babîliyan e. Hêza siyasetê ya Hamûrabî gelek bandorker e. Siyasetê bi nêrîneke demdirêj û berfireh digirt dest. Di siyasetê de lihevhatin û tifaqan bingeh digirt. Ya ku Babîl bilind kir jî ev rêbaza polîtîk e. Ew bajarên ku li hember Babîl şer dikirin bi demê re gihandin hev û xistin bin bandora xwe. Marî demeke dirêj li hember Babîliyan li ber xwe da. Bajarê Marî kirine nevendeke mezin a bazirganiyê. Piştî fethê Hemûrabî bi armanca çêkirina aştiya civakî siyasetên ku bi pêş xist bi ser ketin.
Pir girîngî didin bazirganî, çandinî û mîmariyê û bi pêş dixin. Ew dewlemendiya ku diket destê wan, ciyê dewletê û tebeqeya ku di destê wan de yê saxlem dikir. Zagonên ku li hember xwediyê deyn deyndar diparastin derxistin. Bi şertê ku bi sê salan bi sînor be “koletiya deyndariyê” sazbûyî dikin. Hamûrabiyê ku ji bo navê “qralê dadê” layiq didît kî kevirê ku zagon li ser kevir dihatin nivîsandin xirab bikira ji berê de xezeb jê re dibarand. Li gor zagonên Hamûrabî ger zilam dikaribû destûra jiyanê bide jina xwe ya ku zîna kiriye. Yên bindest û kole di şer û mercên herî zor de dixebitîn, lê nedikarîn zikê xwe têr bikin. Berhemên qralan ên ku me behs kirin hemû ji aliyê kole û yên tên çewisandin ve hatine çêkirin. Jin ji qada civak û siyasetê dûr xistin. Bi kolekirina wê re mirovayetî nikaribû xwe ji çûyîna ber bi jêr ve xilas bikin. Ev rewş her ku diçû hîn kûrtir dibû. Pêvajoya împaratoriya Babîl şerên gelek tarajedîk û bi xwîn derxistin. Her dem di navbera Babîl, Med, Asûr û Persan de şerên dijwar çêdibûn. Dem bi dem bi vî rengî her yekî desthilatiya xwe li ser yê din daye çêkirin. Asûriyan BZ. di sedsala 14’an de Babîl têk birin û xwedayê Babîl Mardûk birin welatê xwe. Di Mîtolojiya Babîlan de rastiya ku tê diyarkirin ev e. Babîl û Sumera ku  li ser tiştê ku jinê afirandî bilind bûne derbeya herî mezin li jinê xistine û di pêşengiya dîroka ku wê di pêşerojê de bê nivîsandin ji xwe dane destpêkirin kirine. Dîroka bê jin, ji nirxê mirovayetî dûr nivîsandin û rêbertiya vê nivîsandinê kirin û mohra xwe lê xistin.

Destana Afirandina Babîl (Enûma Elîş)

Mardûk

Di Sumeran de rola sereke ya ku Enlîl dileyîze di Babîlan de vê carê didin Mardûk. Tê texminkirin ku ev destan BZ. di 2000’an de hatiye nivîsandin. Şerê xwedawenda ava şor Tîamat û xwedayê rojê Mardûk tînin ziman. Tîamat bi xweda û zarokên xwe re xwe ji bo şer amade dike. Hemû xweda yek bi yek bi Tîamat re dikevin şer û têk diçin. Dema xwedayê rûyê erdê Ea bêdengiya xwedayên têk diçin dibîne gazî kurê xwe Mardûk dike ku li hemberî Tîamat şer bike û jê re dibêje xwe amade bike. Li hember bavê xweda Anşar radibe û dixwaza vê dawxaziyê bike; dibêje bila lijneya xwedayan kom bibe û dema ku Tîamat binket û serkeftina xwe ragihîne û ew ê çarenûsa xwedayan diyar bike. Mardûk bi vêya kêyfxweş dibe. Anşar lijneya xwedayan kom dike. Şeveke bi şerab û nan amade dike. Efendî û kesên ku dixwazin tolê rabikin ji bo Mardûk textekî qral didin çêkirin. Dibêjin qedera te ji vir û şûnva di nav xwedayan de cihê herî bilind e. Bilindbûn û nizimbûn di destê te de ye û kesek li hember fermanên te dernakeve. Fermanên te wê bingeh bin, ez te wek qralê gerdûnî silav dikim. Ew êdî qral Mardûk e. Navê haspên wan qatil, bêrehim, digere, difire ye. Di dev, lêv û didanên wan de jehir heye. Li rastê xwe derba şer û li çepê xwe ji bo ku di şer de dijminê xwe bide tirsandin zirhên bi heybet û li serê xwe şaşika tirsnak a bi zirh girê da. Ji bo haziriya şer bi xwedayên berî hingê bi Tîamat re şer kirine re nîqaş dike. Aliyên artêşa Tîamatê yên lewaz û xurt diyar dikin û li gor wê plana şer çêdikin. Mardûk ji bo ku li Babîlê yê herî jor ew be dixwaze Tîamatê bikuje. Li hember gotinên Tîamatê gotinên bîrdozî yên balkêş hene. Êdî ew cadûyek (pîresêrek) bi tirs e, divê bê parçekirin. Di şerê Tîamat û Mardûk de, Mardûk derbeya mirinê li Tîamat dixwe û xwedawend Tîamat dibe du parçe. Ji parçeyek ji wê ezman û ji yê din jî erdê diafirîne. Piştre lawir û giya çedibin û herî dawî jî mirovan çêdike.

Tîamat

Piştî mirina Tîamat û şûn ve li gor xwedayan Mardûk derdixin esmanan û bi vî şêweyî rayeyek mezin digire destê xwe. 50 navên mezin ên Mardûk hene. Bi Mardûk re fikrê yekxwedayî dest pê dike. Têgeha yêk kesî ya di zîhniyetan de xwe bi cî dike. Bi kuştina Tîamat re dawî li serdema xwedawendan jî tê. Êdî serdema kolekirina jinê temam bûye. Qralên Babîli ji wê pevajoyê şûn de jinan bi saxî dixin bin axê. Di efsaneya Babîlan de çêkirina mirovan gelekî berovajî kirine. Mardûk piştî Tîamat kuşt û şûn de mirov çêkirin. Lê belê ji berî hingê civak ji aliyê xwedawendan ve hatiye çêkirin. Ye ku her tişt û xweda jî afirandî xwedawend bû. Pêvajoya Babîlan ne pêvajoyeke navberê ye. Babîlî milek barbarê Samiyan in ango baviksalar in. Di encama dagirkeriyê de Babîlê saz dikin. Tîamat lêgerîna ku têkçûnê napejirîne û dayîksalariya ku nikarin ji holê rakin bû. Li hember vêya yekîtiya hemû xwedayan hevkariya hêza desthilatdariyê bû. Bicîanîna hemû gotinên Mardûk yek bi yek, zagonên nivîskî yên Hamûrabî ne.

Mitolojiya Asûr

Semîramîs

Asûrî BZ. nêzikî di salên 1500’î de Babîl fetih kirin û yekem dewleta Asûr ava kirin. Samî (ji qewmê Nûh) di herêma li navbera Zapa jorîn û Zapa jêrîn de bi cih dibin. Di Asûran de destana afirandinê di Babîliyan de çewa be bi heman şêweyî ye. Di vir de jî bi xwedayê zilam dest pê dike. Xwedayê wan Aşûr e, qralê wan Asûr Banîbal navê xwe ji xwedayan digire. Di dema vî qralî de rojên xwe yên herî xweş di Asûrê de derbaz dikin. Di vir  de jin dîsa nîn e, dîsa winda ye. Her ku diçe pergala baviksalariyê bi pêş dikeve. Her tiştî ji destê jinê derdixe. Ji heft xerîqeyên cîhanê yek jî baxçeyên Mêwan ê Babîlê ye ku ji aliyê qralîçe Semîramîs ve hatiye çêkirin. 42 salan împaratoriya Asûrê bi rê ve biriye. Nave Semîramîsê ji kevoka spî ku di wateya serkeftin, heskirin, kêyfxweşiyê de ye tê. Li gor efsaneyê di çoleke wisa zuha de ji kevokekê xwedê daye. Heta temenekî ev kevok wê mezin kiriye. Kevok di hemû Mîtolojiyan de sembola xwedawenda dayîk e. Spîtiya kevokê û safbûna xwedawend û paqijbûna wê, şirê spî yê ku ji singê dayîkê tê ye. Her tim bi dad, wekhevî û aştiyê temsîl dike. Di roja me de kevok nîşana aştiyê ye. Di serdema Asûran de jin hîn jî têkoşîna parastina cewhera xwe dide. Hîn bandora dayîksalariyê bi tevahî tune nebûye. Der barê Semîramîs de gelek Mîtolojî hatine pêşxistin. Jêderên van Mîtolojiyan hemû pişta xwe didin Mîtolojiya Sumeran. Di Sumeran de Panteona xwedawend hêdî hêdî, nîvî nîvî kêm dibe. Diyar e ku her ku diçe xweda xurtir dibin. Di Sumeran de navê xweda û xwedawandan Samîkî ye.

Di Şaristanî Û Mîtolojiya Misrê De Jin

Li Misrê medeniyet BZ. di navbera salên 4000 û 3000’an de bi pêş ketiye. Wisa tê zanîn ku BZ. di navbera 3500 û 2500’î de Misir di milê siyasî, aborî û hunerê de bi pêş ketiye û gihîştiye serdema zêrin. BZ. di 3000’î de Misra Jorîn û Misra Jêrîn gihane hevdu û yekemîn dewleta mezin a wê demê ava kirine. Di vê demê de Misriyan weke nivîsandineke bi resim hiyeroglîfê keşf kirine û fikrê xwe qeyd kirine û bi vî awayî derfeta mîrateyeke bi resim bi dest xistine. Baweriya bi xweda Osîrîs ku xwedayê hem jiyan, hem mirin, hem jinûve zayînê ye gelek  berfireh e. Ji baweriyên din zêdetir girîng e. Pîramîtên mezin ava kirine û belgeyên pîramît û fikren olî bi awayekî nivîskî derxistine holê. Di BZ. nêzikî salên 1700’an de li Misrê medeniyet bêy ku astengiyên mezin bikevin pêş, bêy ku bandorên ji derve li ser çêbibin bi pêş dikeve. Misir di aliyê siyasî de li gor Mezopotamyayê hîn bi îstîkrar e. Di warê aborî de bixwe bixwe têra xwe dikirin. Li hemberî vana nivîsandina bizmarî ya Mezopotamyayiyan ji aliyê gelek komên ku bi wan re bazirganiyê kiribin herçendî hatibe qebûlkirin jî pergala nivîsandina Misriyan ji aliyê mirovên din ve zêde nehatiye ecibandin. Di navbera her du çemên bi bereket de taybetiyên fizîkî yên hawirdor gelek cuda ne. Ev cudahî di olê de jî xwe derdixe holê. Çemê Nîlê bi pergaleke ku berê tê texmînkirin carna bilind dibû û carna jî nizim dibû. Misrî gelek ditirsiyan ku ava wan bi temamî kêm bibe yan tune bibe û çanda wan tune bibe. Nêrînên xweda yên Misriyan li gor ê Mezopotamyayê gelek nerm e. Di Misrê de mirov bi xwedayan re di nav aştiyê de ne. Xweza ne dijminê mirovan e, tenê ji wê fedakariyê hêvî dikin ku piştre jiyaneke rojê pêşkêşî wan bike. Ji demên berê heta niha Misriyan di mirovan de hîn zêdetir aliyê îlahî dibînin. Dema ku mirov dimirin, ew jiyana ku di cîhanê de heyî dihêlin, wisa bawer dikin ku wê di cîhana din de dest bi jiyaneke nû bikin. Di kesayeta Firewn de xweda taybetiyên xwe gihandiye hev; ew hem qral e, hem rahîb e, hem jî mirov e, hem jî kurê xwedayê rojê ye. Di pîramîdên wan de ne tenê cesedên mûmyakirî, her tiştên piştî mirina qralekî jê re pêwîst dikirin  jî hebûn. Ji bo ku cesed bêhn nekevê lebatên wan ên hundir derdixistin û mûmya dikirin. Sedema mûmyakirinê jî wisa bawer dikirin ku wê careke din zindî bibe. Ji ber vê sedemê jî di jiyana din de tiştên ku jê re pêwîst bikin, bi qral re dixistin bin axê. Bi demê re jina Fîrewn bi saxî bi wî re dixin bin axê.

Çolên ku derdora Misra kevn girtibûn weke dijminê mezin bûn. Ji ber ku zuha ye, rût e, ji bo ku di van qadan de jiyan namîne çolê weke nîşana mirinê didîtin. Lawirên bi jehr û dirinde gelek ruhên şeytanî di xwe de dihewînin. Wisan ku Misriyan diçewisîne, gefan dixwe û di kemînê de sekiniye. Her havîn bayê çolê yê germ dibe sedem ku çemê Nîlê hedî hedî kêm bibe. Misrî êdî  dema ku çem bilind dibe ji berê de texmîn dikin. Ji bo ku her tim tirsa xelayê jiyan dikin dema ku çemê Nilê salê carekê bilind dibe bi xwe re şadiye tîne û bi wî awayî wê rojê pîroz dikin. Av ji nû ve ruh dide ew axa mirî, mirovan xwedî dike û jiyanê dide wan. Rabûna çemê Nîlê, zuhabûna wê û rabûna ava wê hemû jiyana Osîros bi mirin û jiyana wê ve girêdayî tê dîtin. Mirina wî tê wateya ku wê çemê Nilê zuha bibe ew jî dibe sedema mirina giya û zindiyan. Di Misrê de di Mîtolojiyên pêvajoyên de navber gelek xweda derdikevin pêş. Di wê demê de ye ku her tiştî diafirînin,  bereketê tînin. Nîşana wê xwedawend Nût e. Lê belê tu kes vê rastiyê zêde nayne ziman. Ew li aliyekî,  xweda Ra û Osîrîs derdikevin pîlana pêş. Heta afirandinê ji xweda Ra didin destpêkirin. Lê belê di vir de yê ku xweda Ra, Îsîs û hemû xweda û xwedawendên din ên ku erd û esman afirandin Nuto bixwe ye, yanê jin bixwe ye. Li Misrê pergala baviksalarî li hember jinê şerekî gelek ji binî ve û qurnaz dide meşandin. Weke ku di Mîtolojiyên pêvajoyên şaristaniyên din de şerê pergalan ji eşkere û hişk nîn e. Wisa ku di vir de zilam li hemberî jinê têkoşîna dide gav bi gav wek ku gêj dike û wisa dibe xwediyê wê. Di mîtosa Îsîs û Osîrîs de taybetiyên xwedawendî di Osîrîs de temsîl dibin. Xwedawend Îsîs jî wisa ye, lê belê di Osîrîs de hîn zêde diyarker û bihêz e. Jixwe di heman demê de di Misrê de yê ku temsiliya dayîksalariyê dike xwedayê zilam e. Erd nêr e esman jî mê ye, ax zilam e û esman jî dayîk e. Bi vî rengî temsîla xwe dibîne. Esman giranî û safbûna xwedawend Nût dide diyarkirin. Jixwe ew her tim bilind e, parêzvanê yên radizên û miriyan e. Li derveyî vê li Misrê xwedawenda evîn û bereketê Hathor di heman demê de xwedawenda stran, dans û muzîkê ye jî. Li Misrê ya ku çandinî dest pê kirî jin e. Nîl dema ku du caran bilind dibû neçar dibûn ku fêrî jimartina rojan bibin. Ji bo wê jî neçar dibûn ku salnameyê fêr bibin. Vê carê erdçandinî li gor salnameyê dest pê dikir. Di encamê de hesabê bîrkariya salnameyê bi pêş ket. Di vê rewşê de bû sedem ku her tim esmanan bişopînin. Ji  ber ku erdê Misriyan hinek serbixwe bû li gor şaristaniyên din têkiliyeke wisan nebû. Demsalên xwe nerm bû ew jî hişt ku bandora dayîksalarî demdirêj dewam bike. Serdema koletiyê heta pêvajoyekê bi vî şêweyî diyarker bû. Bi pêşketina baviksalarî re bi taybet di demên dawî de koletî li ser qralîçeyê ew bû ku bi zindîtî bi Fîrewn re dixistin bin axê. Hewldana wan di vir de tunekirina afirandin û bandora jinê bû. Pergala dayîksalarî herî demdirêj xwe li Misrê bi cî kiriye. Lê dîsa yên ku herî zêde jî jinê xistiye Misr e. Îro jî yek ji welatên ku herî zêde jinê sinet dikin Misr e. Jin weke nesneyek her tim pêşkêşî zilam tê kirin ev zîhniyet bibandor e.

Mîtolojiya GREK

Mîtolojiyek BZ. di 1500’î de hatiye pêkhatin e. Temsîla çanda Mîtolojîk a dawî ye. Bermayê sêyemîn ê Sumeran e. Xwedayên Olîmposê xwedayên ku dereng mane ne. Mardûk Zeûs e. Înanna jî Afrodît e. Mîtolojiya Grekan Mîtolojiyeke gelek tevlihev e. Di grava Grekan de ji çar milan ve xwe jiyan kiriye. Ev tevlihevî ji vê dere tê. Nirxên baviksalarî gelek diyar in û xwedayên bi rûye mirovan in. Di Mîtolojiya Yewnanan de beramberî Mardûk nêzikatiya jinê ya Zeûs piştre wê şekil bide protîpa şeklê yekem ê zilam. Jina xapandin an jî bi serlêdana zorê xistin destê xwe. Tiştê ku Zeûs dixwaze diyar bike ew e ku zilam li ser her jinekê xwedî mafekî xwezayî ye. Bi Mardûk û Zeûs re hunera siyasetê li ser mirovan xwe bi hêz dike.  Têkoşîna Tîtanan û Tîamatê têkoşîna nîzama dayîksalariyê ye. Di vê mijarê de mînaka herî balkêş têkoşîna Prometheûs e ku bandora wî li mîtosan e. Prometheûs ji eslê Tîtanan e û li hember Zeûs temsîla nîzama dayîksalariyê ye. Xwedayê Yewnan Zeûs ji bo ku di rêka baviksalarî de bi peş bikeve serî li gelek rêbazan dide û bi rêya zewacê êrîşên yekem dest pê dikin. Di vê wateyê de qurbanê yekem ê ku temsîla zeka û aqil dike efendiya zanistê Metîst e. Ev xwedawenda dikaribû şeklê xwe biguhere û xwedawendeke pir biaqil e. Zeûs wê dixapîne û pê re dizewice û piştre wê dadiqurtîne û Atenayê diafirîne. Atena ji serî heta binî bi zirh e. Çawa xwedê daye nedaye qêrên şer davêje. Zayîna Atenayê ku temsîla wê dike, ev her du mîtos du guhertinan girîng di xwe de dihewînin. A yekemîn afirandina ji jinê derbazî zilam dibe, a duyemîn jî zilam li gor xwe jinek diafirîne. Xwedawenda sereke ya qehremen Atena ji Zeûs bûye. Ji bo ku hebûna dayîka pîroz bav bixe destê xwedê ye. Çewa ku jin ji rehma xwe diafirîne, bav jî ji mejî diafirîne. Bi vê pêşketinê re xwedayê zilam bi hêza xwe, bêy ku pêwîstî bi  jinekê bibîne rastiya ku dikare cîhanekê biafirîne dest pê dike. Êdî yê ku dizê û diafirîne zilam e. Girîngiya jinê êdî bêwate û winda bûye. Ji ber ku zilam her tiştî çêdike, bi xwezayî desthilatdarî ya wî ye.

Afirandina Atena xaleke pir girîng e. Atena hem jin e hem xwedawend e, lê naşibe tu jinen heta wê rojê. Peykerên Atenaya ku ji taybetmendiyê xwezayî yên jinê dûr e, ji jinê zêdetir dişibin zilam. Di şer de gelek bi hêrs, bêrehm e. Ji bo ku bi ser bikeve serî li hemû rêyan dixe. Xwedawendeke ku ji evîn û zayendiyê nefret dike, ev ne xwedawendeke jin e. Ya ku ji aliyê zilam ve hatiye pejirandin vê jinê temsil dike. Weke serdema kevnar êdî ne aştîwxaz û bimerhemet e, ew jin tune bûye, ev jin li pêşiya zilam astengiya herî mezin e. Li Girîtê pêwîst e jineke wisa diyarker hebe. Lê li gor cîhana zilam jinek pêwîst e, ev jî Atena ye. Atena ji jinên wê demê re peyama tek rêya hebûna wan e. Jin ger weke Atena be wê keçeke baş a bavê xwe be. Biwêja ‘wek zilam e’ rûdana wê pêvajoyê ya îro ye. Weke jina ku ji cewherê xwe hatî valakirin, mînaka wê ya herî baş mirov dikare di kesayeta Atena û peykerên wê de bibîne. Îro êdî pêwîst nake ku em temaşeyî peykerê Atenayê bikin. Qismek mezin ji jinên sedsala 21. ên ku qêriya şer didin û ji cewherê xwe hatî valakirin vê pêwîstiya hanê bi cî tînin. Pêwîstiya afirandina jineke wiha ya Zeûs nîşanî me dide ku jina heyî li hember pergala baviksalarî têkoşîneke xurt dide. Dîsa di van mîtosan de jin weke şeytan û cinawir tê temsîlkirin. Zilam bi serê xwe diafirîne. Berevajî mîtosên kevn bûne destana afirandinê. Jinek ger ku bi fizîkî weke Afrodît xweşik, weke Hera dilsoz, weke Atena alîgira şer be tê pejirandin. Yên ku ji wê şûn de dimînin hebûnên weke şeytan û sêhirbaz in.

Mîtolojiya Yewnanan weke yên Mezopotamya û Misrê ji aliyê rahîban ve nehatiye afirandin. Yên ku Mîtolojiyê hîn bi pergal kirin hunermend din. Jixwe di Grekan de kasta rahîban tune ye. Jixwe xweda jî ne wisa weke ku pê nayê zanîn, mirov nikare bigihîje wan in, zêdetir nezikî mirov, di şeklê mirov de ne.

ENCAM Û BANDORÊN ZÎHNIYETA MÎTOLOJÎK

Di serî de çanda xwedawenda dayîk hatiye hilweşandin. Zîhniyeta koletî hatiye avakirin. Avaniya dewletê ya ku xwe dispêre koledariya zayendî ya çîn û şaristaniyê rewa kirin. Eqlê çînî bi pêş ket. Ji ber vê sedemê jî dikare ji Mîtolojiyê re derketina herî mezin a zekaya analîtîk bê gotin. Ji ber  afirandina evd vîna mirovan hatiye çewisandin. Hemû tişt ji bo deshilatdaran, hemû tişt ji bo xwedayan e. Ev zîhniyet zîhniyeta mirovan ji hev parçe kiriye. Berovajikirina herî mezin a vê zîhniyetê windakirina wateyê hat jiyankirin. Mirov weke zarokan hatin xapandin. Bi derewan re girêdayî zîhniyetek hat rewakirin. Mirov bi biçûkxistineke herî mezin re rû bi rû ma. Weke ku ruhê mirov jî bi wî dan jibîrkirin. Piştî mirina qralxweda hemû tiştên wî bi zindîkî bi merasîmekê pê re dixistin bin axê.
Di zîhniyeta mirovan de xweda bi ceza û bi tirs bandor kirin. Ev zîhniyeta mîtolojî bû sedem ku mirov ji xwezayê biyanî bibin. Ked, danûstendin, xebat weke tiştên xirab hatin dîtin. Dizî, destdirêjî weke tiştên binirx hatin dîtin. Zîhniyeta dogmatîk bi pêş ket. Di bingeha hemû dogmayan de çekera fikrên Sumeran heye. Li gel fikra dogmatîk, çarenûsî bi pêş ket. Bi feraseta çarenûsê ya ku dibêje “ji ber ku her tişt weke ku berê hatiye diyarkirin ne pêwîst e ku bifikirin, mantiqa tevgerkirina li gor tiştekî tune ye” bi hezar salan e li ser mirovan bandor dike. Pergal, hêza xwe ya herî mezin ji ve dogmayê û ji vê zîhniyeta ku radestî çarenûsiyê bûye digire. Sedema ku bi hezar salan ev hizra mîtolojîk bi bandor bûye ev rastî ye. Şîroveya Rêbertî jî di vê derbarê de wiha ye;

“Dema ku em dixwazin ji kûrahiya dîrokê sûd werbigirin tişta ku yekem derdikeve pêşberî me rêbaza ku em li pêşberî bûyer û rûdanan mêze dikin nêzikatiya mîtolojîk e. Di wateyeke teng de mîtolojî jî rêbazek e; rêbaza zelalkirina heqîqetê ye. Di pişt mîtolojiyê de rastiya gerdûnê heye. Nirxandina ku xweza zindî ye û bi ruhan tije ye her çend ji bo roja me ya îro weke zarokane bê dîtin jî dema mirov asta ku îro zanist gihayê bigire ber çav birastî qet jî rêbazeke ku bi qasî tê mezinkirin ne xelet e. Ferasetên rêbazên mirî, bêruh û ji dinamîzmê bêpar, ji mîtolojiyê zêdetir ji wateyê bêpar e.

Girêdana nêzikatiya mîtolojîkî bi jiyanê re misoger ne derdorparêz, ji qederê dûr û determenîst e û ji azadiyê re vekirî ye. Ev feraseta bi xwezayê re ahengdar heta dema olên mezin komên mirovan bi reng û bi coş kiriye. Mîtolojiyên bi efsane, destan û pîroziyan tije zîhniyeta bingehîn a jiyanê a dema Neolîtîkê ne. Çîrok dema bi nesneyan re nakokî jiyan dikin nayê wê wateyê ku şîroveyên bi wate bi pêş nakevin. Mirov dikare li ser çîrok û mîtolojiyan gelek nirxandinên watedar ên berfireh bike. Ji derveyî van şîroveyan wê dîrok kêm bê fêmkirin. Di fêmkirina komên mirov ên ku dema herî dirêj a jiyana xwe bi çîrokan derbas kirine de mîtolojî wek rêbazek di girîngiyeke jêneger de ye. Rêbazên zanistê yên ku weke dijberî rêbaza mîtolojîk tên danîn jî têra xwe hatiye îspatkirin ku bi piranî ew jî yek ji mîtolojiyan in. Divê îtîbara rêbaza mîtolojîk û wateyên mîtolojîk ên ku bi dogmayên olên yekxwedayî û bi rêbaza zanistî a wek berdewamiya wan a ku di wê îdayê de ye  ku bi zagonên misoger dixebite heta bibêjî bêqîmet hatiye xistin cardin bê dayîn.

Ji rastiya mîtolojîk derbazbûna rastiya olî ya dogmatîk qonaxeke mezin e. Ev derbazbûn di civakê de veguherîneke ku xwe dispêre hiyerarşî û bi çînê qada zîhnê jî dagir kiriye, bi vê re ji nêz ve girêdayî ye. Yê ku hikum dike û dagir dike nayê lêpirsîn. Ev ji pêwîstiyên dogmayan dibînin. Ji dogma, tiştên pîroz û gotinên xwedayan re dest nayên dayîn. Nirxên pîroz danîne ser wan, veşartine û mezinahiya wan çêkirine. Li gor hîyeraşî û çînê berjewendiyên xwe têkildar dagir kirine. Di vê rastiyê de çiqas desthilatiyeke hişk hebe ew qas jî zordarî û dagirkerî veşartî ye”.