Ji Kaniya Dengbêjan, ŞAKİRO

1-ji-kaniya-dengbejan

Zagreb Radyosu

Şakiro – Gorî Gorî

…pêşiyê çizînî û xûşê xûş pişt re dengekî nazik û nazenîn dengekî kûr û zelal despê dikir; “…lê lê Edûlêê…..” roj diçu ava, tîna rojê dida ser kûleka xênî, deng ji me kesekî dernediket…

Li gund dikaneke me hebu. Salên 90’î bu. Heta wê demê dikan cara yekem ji aliyê bavê min ve vebu bu. Her wiha cara yekem radyo jî ji aliyê birayê min ve hatibu gund. Radyoyeke reş ê biçûk bu, dikanê tenê cihêkî frekansa wê dikişand. Dema kû diya min digot “keça min ka binêre nimêja meğrebê re çiqas ma ye” me zanibu beriya meğrebê dema saeta dengbêjên Radyoya Êrîvanêye. Birayê min hankava baz dida, me jî dida ser em diçun dikane ber dengê dengbêjan… Radyoya Êrîvanê ji bo destpêka evîna min e dengbêjan helbet cîhekî dîrokî girtiye. Lê mixabin rojê tenê du saetan me dengbêj guhdarî dikirin, min tenê navê Xarapêtê Xaço jibêr kiribu ewqas. Piştî kû teyp û kaset derketin birayê min vê carê şevan -helbet bi diziya- kasetên Şakiro me dida guhdarî kirin ewçax ez baştir vê xiznê hisyam. Birayê min êvara ew kaset vedikir, lê bi roj ew kaset tim paşila dayikan min de bu. Dibe ku cendirme li ser gund de bigrin, dibe ku girtinaa wan kasetan li malê bibe sedema girtin û îşkencê…ji ber vê yekê her tim guhdarî diziya; veşartin her dem bu. Dema ku min cara ewil Şakiro guhdarî dikir min tiştek fêm nedikir lê her roj diçu sewta Şakiro ez her alî ve dorpeç dikirim, hêdî hêdî min xwe di nava çemê kilamên wî de roda berdida. Wexta ku kilamên xwe de qirikê de sewta zîz dengê xwe dixulxuland hestiyê min mofik bi mofik ji hev berdidan (hê jî wisa ye) Êdî min rûhê xwe teslîmî kilamên wî kiribu…

Rûh carê bikeve riya tişkî wê rê dişopîne û dibe sedam tiştekî. Ya min jî wisa bu yek bi yek kilamên degnbêj Şakiro û jiyana bala min kişand û ezketim pey jiyana û kilamên wî.

Şakiro kurê Bedîh ji eşîran Zîlan e.(Şakirê Bedîhê Zilkî jî tê gotin) Di sala 1936’an de li Eleşgirta Agiriyê hatiye dinê. Jiyana wî bi koçberiyê derbas dibe, zarokatiya xwe gundê Cemalverdî yê Dûtaxê derbas dike. Li  wir li cem dengbêj Bedîhê Kor(Bedîhê Hemîd an Bedîhê Kor şagirtê Evdalê Zeynikê buye) ) hînî dengbêjiyê dibe. Di sala 1950’î de koçî Qereyaziya Erzeromê dike. Şakiro wê demê temenê xwe 15-16 salî buye, dengbêjên navdar Reso û Ferzê dinase. Şakiro şagirtê Resoye lê dem tê hostayê xwe baştir tê nasîn. Ferzê besnê wî dide û dengê Şakiro wekî dengekî bê emsal bi nav dike. Şakiro Qereyaziyê dibe dengbêjekî navdar.  Wekî Şakirê Bedîh, Şahê dengbêjan, Kewê Rîbat tê binav kirin. Kewê Rîbat kewê nêr e, dema nava refên xwe de qebeqeb dike dengê wî li ser ên din dikeve…Şakiro vî navî gelekî heq dike li gor min.

Şakiro jiyana xwe de neçuye dibistanê. Lê belê aliyê perwerda dengbêjiyê de perwerda xwe de gelek pêşketiye. Nefesa rast bi kar anînê, meqam û xulxulandina qirikê Şakiro perwerda notayê dibê qey girtiye. Şakiro di warê şirovekirina kilaman de xwedî qabliyeteke mezin e, xulxulandina dengê xwe, dengê tîz asta herî bilind de jî tû car detone nabe. Kilamekê de sê meqaman bi kar tîne, meqamekî bi hêsanî derbasî meqamekî din dibe.

Şakiro xortaniya xwe de dil dike keça cînarê xwe, navê keçikê Esmer e. Keçikê Şakiro re dixwazin lê bavê keçikê wê nade Şakiro, wê didin yekî din. Şakir li ser vê hestên xwe bi vê kilamê tîne ziman;

Lê Esmer heyran min te xêr nedî

Di kavilê gunda da ji te ji xwe ax lo ji vî dil î

Xwedê Rebî bejna Esmera Şukrî

Bînbaşiya qîzan û bukan

Fenanî rihanê di wargê Mala Emer Axa da

Bi gulê û sosinê bi piltanêra dew didît û dixemilî

Şakiro piştî dildara xwe keçekê re dizewice. Çend sal şun ve li Kopê jinekê re dinase û dizewice. Sala 1959’an de koçî Edenê dike li wir jî cewacekê dike. Bi wî awayî Şakiro sê caran zewiciye, her jineke wî kurekî wî hatiye dinê. Heft salên din şun ve ji Edenê diçe du salan Mûşê(1966) dimîne pişt re bar dike diçe Qereyaziyê heta sala 1988’an wir dimîne û berê xwe dide Îzmirê, heta dawiya emrê xwe li wir dijî. Li wir wekî berê qîmet nadin dengbêjan, Şakiro ber vê gelek gazinên xwe dike, çima Kurd xwedî dengbêjên xwe dernakevin. Wê demê xeyda wî zef çêdibe, daxwaza hevpeyvîna gelek rojnameger û lêkolîneran qebul nake. Ev xeyda Şakiro mixabin di derbarê wî de çavkaniyê nivîskî  negîhandine me. Dibê “ez Kurda dilşikestîme, Kurd dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Ka bala xwe bidin Tirk çawa xwedî Aşiq Weyselê xwe derdikevin. Reşo hosta bu, birçîna mir, hostayên me tevan birçî mirine…”

Şakiro 40 saliya xwe de gurcikên xwe nexweş dikeve; Stenbol, Enqere û Almanyayê li ser bijîşkan digere lê her diçe rewşa wî xirabtir dibe û di sala 1996’an de jiyana xwe dest dide (serê bêvila min jan da…) Tirba wî goristana Îzmirê, Çamli Kuleyê ye.

Dengbêj Şakiro gelek caran kilamên, wekî gazinên xwe dilketiya xwe dike aniye ziman;

Lê lê berxê sibeye min ji te ra negot çiyayê gundê me mezinin hayê

Hewu delalyê min ji te ra negot çiyayê gundê me bişewitin, dilê min ji te ra pirr mezin e.

Ezê tû nifira li te nakim, belkî konê mala bavê te agir bikevê li ser û binê!

Hey bêbexta qîza bêbexta min ji te ra negot xwe nede kêleka xelqê rûnenê li xwe nepesîne

Te qet şerm nekir li kêleka heval û hogira rûniştî çi derd û kûlê min û te va hebu xelqê re tev gotine!..

Her wiha Şakiro car caran kilamên xwe de geh ji devê keçikê geh ji devê lawik evîna xwe bi gotinên tevçandî dixemilîne û mirov di bin wan peyvan de dimîne;

Lawik dibê; xelq bu aşiqê mal û hal û temelê dinyalikê ez rebenê Xwedê bum aşiqê te şêrînê, te xişîmê ax lo te Esmer e Bejna zirav, dev û lêvê şekirî, na na wele serê cotê zer memikê vê Esmerê vê gerdenzerê…

Keçik dibê;kuro delalyo sibeye ez sekinîme li derê malê berxo lo li tepeye Hela were destê min keçikê bigre em ê qasekî di dêrisê gunda da meş meş bikin lo li nav baxçeye. Alîkî sîngê min keçikê te ra deşte yek zozane berxo, yek bilinda lo xweş yayle ye qasekî were konê xwe te da dayne, çadira xwe biçikîne berxo ji xwe re derbas bike dem û dewrana xwe ye…

Mirov dikare kilamen Şakiro de romantîzm, erotîzm, pesna dîtbariya jina Kurd, lehengiya mêr û camêran bibîne. Her wiha kilamên xwe de dia,nifir, hêvî û dîroka Kurd jî bi awayekî feylesofî tîne ziman. Şakiro serhildana salên 1925-30’î jî gelek bi bandor buye û ji bo serhildana Seyîdan û Berazan de çend kilamên hêja sitraye. Dibe ku ez nîvseke din de tenê li ser serhildana Seyîtxan û kilamên Şakiroye di derbarê wan de binivîs im. Her wiha dengbêj Şakiro ji serhildana Şêx Seîd Efendî re jî bê deng nemaye û ji bo malbata Şêx seîd jî kilamek gotiye. Li ser Şêx Qiyasedîn wiha dibê;

…  …   …

Destê kekê Qiyasedîn girtin kelemçe kirin dane pêşiya cote cendirmê sûngûliya

Hela rabin emê destê hevdu bigrin xwe berdin bajarê Diyar-i Bekr

Li ser tirba Şêx Şemsedîne, belkî li ba Xwedê de ricaçîbe afya ji afya derîne

Tezîla buke sê mehane, çavê wê li ser rê û dirba nemîne

Lê bira, tu gula Şêxanî bira, biçûkê biranî bira, xulyê di şewqanî bira

Hêsîr û dîlê destê Mistê Kemal, qanuna ters e giranî bira

Welatê xerîbê derdekî pûçî û giranî lo bira

Hela sêr bike heta diya xweş ava be keder û keser û meraqa me hemuyanî bira…

Kilama Şakiroye di derbarê Derwêşê Evdî tena serê xwe nîvseke. Bi hêviya derfet hebunê ku li ser wê jî nîvsekê binivîs im.

Îro piştî dengbêjên wek Evdalê Zeynikê, Reso, Ferzê û Şakiro gelek çîrokên lehengî û serhildana herî mezin erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatin. Ez her tim dibêm xwezil îro wek Şakir dengbêjên me hebuna ka li ser wê şoreşa hanê çawa kilam biafirandana… Wê xulxula dengê Şakiro û ew tekoşîna hanê çawa li hev bihatana ne wisa…